Kurdî Kurmancî wek zimanê duyem
Curdo come seconda lingua
Categoria: Curdo come seconda lingua
Marchio: pirtuk.ch
ISBN: 978-3-03949-003-5
Possibilità di rimborso
Zarok dikarin bi riya wêneyan û destkariyê kurmancî hîn bibin. Ev pirtûk dikare alîkariya zarokan û mamosteyan bike, gava zarokên qet bi kurdî nizanibin an pir kêm zanibin, an zimanê dayika wan, an zimanê li malê tê axavtin ne kurdî be, bi vê pirtûkê hînî peyv, hevok, nivîsandin û axavtina bingehîn bibin. Ev pirtûk ji bo her sê salên asta jerîn dikare wek pirtûka destpêka hînbûnê were bikaranîn. Pirtûkeke bi mijar dewlemend, bi awayê şarezayî xwedî rêbaz û pedagojîk e. Zarok dikarin bi vê pirtûkê şarezayî û jêhatiniya xwe di ziman û çanda kurdî de ava bikin û bi pêş de bibin. Mijarên di pirtûkê de ev in:
1. ez û yên din 6
2. Malbat 14
3. Alavên li xwendegehê 18
4. Dem 22
5. Reng û jimar 28
6. Mala min 34
7. Endamên laşê mirov 42
8. Ajal 50
9. Gul û Kulîlk 56
10. Fêkî û sewze 62
11. Kar û pîşe 70
12. Erdnîgarî 76
13. Danûstendina rojane 84
14. Çand û kevneşopî 90
15. Mamik û çîrok 98
16. Bîrkarî 110
17. Dîroka Kurdistanê 118
18. Şarezayî 122